Li Tirkiyê kuştina jinan zêde bûye

Li Tirkiyê ji ber zêdebûna kuştina jinan, rêxistinên jinan dest bi hewldanan kirin û nêzîkî 10 rojan e çalakiyan li dar dixin.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Li Tirkiyê ji ber zêdebûna kuştina jinan, rêxistinên jinan dest bi hewldanan kirin û nêzîkî 10 rojan e çalakiyan li dar dixin. Sedema vê jî kuştinên jinan e ku nayên sekinandin. Ji destpêka heyva yekemîn a 2020an heta niha, 239 jin hatine kuştin.

Di gel wê yekê ku nîqaşên li ser Peymana Stenbolê didomin, tundûtûjiya li dijî jinan û kuştinên wan jî berdewam in. Li gorî saziyên jinan, di Tîrmehê de 36 jin hatin kuştin, 11 jin jî bi mirinên guman hatin dîtin. Sedema kuştina 18 jinan nehatiye zanîn û 5 ji wan bi hêcetên aborî, 13 jî ji ber daxwaza cudabûnê, nexwestina lihevkirinê û têkiliyê hatin kuştin.

Derûnas Volkan Taha Şeker, dibêje 3 sedemên bingehîn ên kuştina jinan hene û jihezkirina yekalî jî meyla tundûtûjiyê derdixe holê.

Derûnas Volkan Taha Şeker ji K24ê re got: “3 sedemên bingehîn ên tundûtûjiya li dijî jinan hene: Lihevnekirin, pirsgirêkên proseya cudabûnê û rewşên adetî. Ev sedemên destpêkê ne. Jihezkirina yekalî jî meyla tundûtûjiyê li zilaman derdixe. Pirsgirêkên aborî yên vê dawiyê û proseya koronayê ku jin û mêr mecbûr kirin berdewam li malê bimînin jî sedemek e. Da rê li ber van bê girtin divê sizayên mezin hebin û civak jî di vê mijarê de zêdetir bêt perwerdekirin.”

Berteka herî mezin a li dijî kuştina jinan, dîsa jin didin. Jinên ku daketîn kolanan dibêjin, sedemeka bingehîn a kuştina jinan jî cahêlî û nezanî ye.

Welatî Ece Karakullukçu: "Di kuştina jinan da sedema herî mezin cahêlî ye. Mêr, ji dema landikê heta mezinbûnê her bi gotinên, ‘Tu bilind î, otorîte di destê te de ye’ tên mezinkirin. Ev jî dibe sedem ku mêr dixwazin otorîteyekê li ser jinan çêbikin. Zilamên ku dixwazin otorîteya xwe biparêzin, serî li tundûtûjiyê didin. Divê ev yek êdî bidawî bibe û mêr wisa neyên mezinkirin”

Ji destpêka 2020an ve 239 jin bi destê mêrên xwe an destgirtiyên xwe hatin kuştin. Piraniya jinên hatîn kuştin, ji ber çavnebariyê  an jî di proseya cudabûnê de hatin qetilkirin.