Îlyas Karagoz: Huner dikare xizmeteke mezin li çanda neteweyî bike

Xortekî Diyarbekirî çi bikeve destê wî de dibe berhemek rengîn.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê xortek ku bi hunera karên destan re mijul dibe êdî gihîştiye wê astê ku çi bikeve deste wî de berhemek jê çêdike. Hunermendê Kurd dibêje afrîneriya wî ji çand û dîroka qedîm û dewlemend a Kurdan tê.

Îlyas Karagoz, xortek Diyarbekirî ye. Li kolanên dîrokî yên Sûrê ji xwe re atolyeyek a hunerê vekirîye û çi dema diçe cihê xwe di rê de çi bikeve ber çavê wî, kevir, têl, depik li gel xwe dibe atolyeyê û tiştên hatîn asta avêtinê di destên wî de ji nû ve teşeyek cawaz distînin û ji qirş û qaliyê digihîjin asta xemilandinê. Hunermendê Kurd dibêje  vî karî hemu jiyana wî bi xwe ve gire da ye û di rojên betlaneyê de jî linge wî ji xwe de berê wî didin atolyeyê û dide zanîn ji berk u ew ji çanda xwe hes dike di gelek berhemên wî de hêmanên Kurdî diyar in.

Hunermendê Îlyas Karagoz ji K24ê re got: “Min berê berhemên xemilandinê ji Hindistanê dianî. Paşê bala min kêşand û min ji xwe re got ez jî dikarim çekim. Min jî dest pê kir. Hema çi bikeve ber destê min ez dikim berhemek.”

Xortê jêhatî bi baldariyeke mezin û bi heskirineke kur kare xwe dike û teşeyê dide keresteyên cûr be cûr ku heta kevir jî di destên wî de dihelin. İlyas Karagoz dibêje her cure huner ji bo civakê girîng e û mirov dikare hişmendiya xwedîlêderketina çand û dîroka xwe bi rêya hunerê belav bike û huner carnan dikare gelek bibandor bibe.

Îlyas Karagoz dibêje: “Ji xwe huner ew tişt e ku dilê mirov diteyîse. Ez Kurd im. Kurdayetiya min tê de diteyîse. Ez jinekê çekim xemgînî tê de heye. Ez çi bikim nikarim ji wê ruhiyetê xilas bibim. Carekê yek hat bi bihayê berhemên hesin got mi çima wisa biha ye ma kêloya hêsin bi çiqasî ye. Tiştên wisa ecêp jî çêdibin.”

Armancek Îlyas Karagoz heye. Dixwaze bi berhemên xwe pêşî li hemû bajarên Kurdistanê bigere û dewlemendiya çanda Kurdan nîşanî xortên Kurdan bide û paşê jî li welatên cîhanê bigere danasîna çand û dîroka Kurdan bike ku dibêje gelek berhemên Kurdan û hunermendên Kurd hene ku cîhan wan bi neteweyeke din dinase.