Îran mûşekên balîstîk ên bi navên "Qasim Suleymanî" û "Ebû Mehdî Muhendîs" nimayîş dike

Supaya Pasdaran a Îranê du mûşekên nû yên balîstîk ên bi navên "Qasim Suleymanî" û "Ebû Mehdî Muhendîs" nimayîş dike.

K24 – Hewlêr

Supaya Pasdaran a Îranê du mûşekên nû yên balîstîk ên bi navên "Qasim Suleymanî" û "Ebû Mehdî Muhendîs" nimayîş dike.

Ajansa Nûçeyan a "Tesnîm" a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ragihandiye; ev du mûşek ligel hinek berhemên din ên çek û teqemeniyên ku Supaya Pasdaran berhem anîne, sibe bi boneya roja 21ê Tebaxê ku roja pîşesaziya bergiriyê ya Îranê ye, dê were nimayîşkirin û di merasîmê de Hesen Rûhanî, Serokomarê Îranê amade bibe.

Ev di demekê de ye, Donald Trump, Serokê Amerîkayê li ser sepandina cezayên zêdetir bi ser aboriya Îranê de rijd e.

Li gor biryareke Encûmena Asayîşa Navdewletî, li ser bingeha rêkeftina welatên 5+1 û Îran, destpêka payîza îsal dorpêça qedexekirina firotina çekan ji aliyê Encûmena Asayîşê ve bi dawî dibe.

Beşek ji endamên Encûmena Asayîşê ku mafê wan ê vetokirinê heye, dibêjin; Amerîka piştî ku ji rêkeftina atomî ya ligel Îranê vekişiya, li gor rêkeftinê mafê wî yê dirêjkirina vê dorpêç tine ye.

 

Î.A