Li Kendavê alozî: Îranê dest danî ser keştiyeke Îmaratê

Wezareta Derve ya Îranê ragihand; roja duşemê keştiyeke Îmaratê derbasî nav sînorê avî yê Îranê bûye û ji ber vê yekê dest danîne ser keştiyê û peywirdarên keştiyê jî hatine desteserkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Îranê ragihand; roja duşemê keştiyeke Îmaratê derbasî nav sînorê avî yê Îranê bûye û ji ber vê yekê dest danîne ser keştiyê û peywirdarên keştiyê jî hatine desteserkirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Derve ya Îranê, roja duşemê hêzên ewlehiya peravan ên Îmaratê li Kendava Besrayê teqe li keştiyên masîgir ên Îranê kirine.

Di encama teqekirinê de 2 masîgirên Îranî jiyana xwe ji dest dane û hêzên Îmaratê dest danîne ser keştiyeke masîgir. Piştî vê yekê, di heman rojê de hêzên Îranî dest daniye ser keştiyeke Îmaratî ku derbasî sînorê avî yê Îranê bûbû, herwiha peywirdarên di keştiyê de jî hatine desteserkirin.

Daxuyaniya Îmaratê

Li gor Wezareta Derve ya Îranê, hikûmeta Îmaratê ji ber rûdana ku bûye sedema mirina 2 welatiyên Îranî, bi peyamekê xemgîniya xwe aniye ziman û ragihandiye ku ew dê zirarê ku gihiştiye Îranê qerebû bikin.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku Îmaratê keştî û masîgirên ku desteser kiribû, berdane û ji bo radestkirina termên her du masîgiran, pêvajoya yasayî berdewam e.

Îranê herwiha ragihand; derbarê keştiya Îmaratî û peywirdarên di nav keştiyê de, pêvajoya dadgehîkirinê didome.

Piştî rêkeftina asayîkirina peywendiyên Îmarat û Îsraîlê, peywendiyên Îran û Îmaratê ku di van demê dawî de hinek baş bûbûn, car din aloz dibe.

 

Î.A