Bexdayê hê jî kesûkarên enfalkirî qerebû nekiriye

32 sal di ser karesata Enfala Badînan re derbas bû, ku di wê karesatê de bi hezaran jin, zarok û mêr hatin enfalkirin û bi sedan gund hatin wêrankirin.

K24 – Hewlêr

32 sal di ser karesata Enfala Badînan re derbas bû, ku di wê karesatê de bi hezaran jin, zarok û mêr hatin enfalkirin û bi sedan gund hatin wêrankirin.

Berevan Hemdî, Birîkarê Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê diyar kir; ji ber sedemên siyasî hikûmeta Iraqê heta niha jî amade nîne ku kesûkarên enfal û şehîdên kîmyabaranê qerebû bike.

Li aliyê din, Choi Kwang-Jin, Konsulê Koreya Başûr ê li Herêma Kurdistanê jî stranek ji bo enfal û kîmyabarana Helebceyê tomar kir û çend helbest jî bi her sê zimanên Kurdî, Îngilîzî û Koreyî belav kirine.

Rejîma berê ya Iraqê, ji bo qirkirin û jenosayda Kurdan, ji bilî kîmyabaran û êrîşên leşkerî, ji sala 1988an ve bi heşt qonaxan, gelê Kurd enfal û jenosayd kir.

Tevî ku 32 sal di ser vê karesatê re derbas bûye, hikûmeta Iraqê hêj amade nîne ku Herêma Kurdistanê û kesûkarên qurbaniyan him ji aliyê madî û him jî ji aliyê manewî ve qerebû bike. Lê di madeya 132 ya destûra Iraqê de hatiye eşkerekirin ku divê hikûmeta federalî ya Iraqê, Herêma Kurdistanê madî û manewî qerebû bike.

Î.A