Firokeyên Tirkiyê wesayîteke YBŞê li Şingalê kire armanc

Firokeyên şer ên Tirkiyê wesayîteke leşkerî ya Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) li gundê Behrava yê li sînorê nahiya Sinûnê ya ser bi navçeya Şingalê kire armanc

K24 – Şingal

Firokeyên şer ên Tirkiyê wesayîteke leşkerî ya Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) li gundê Behrava yê li sînorê nahiya Sinûnê ya ser bi navçeya Şingalê kire armanc.

Mahir Şingalî, Nûçegihanê Kurdistan24ê li deverê, ji çend çavkaniyan ev agahî piştrast kiriye, lê diyar dike ku heta niha ti berpirsekî YBŞê û berpirsên îdarî yên deverê, derbarê ziyanên êrîşê de zanyarî eşkere nekirine.

Ji ber hebûna gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), heta niha çendîn car firokeyên şer ên Tirkiyê çiyayê Şingalê û derdora wî bombebaran kirine û di encama wan êrîşan de çendîn kes bûne qurbanî.