Çîroka rizgarbûyeke Enfala Badînan

Xaltiya Pîroz ku ji malbata wê 10 kes hatine enfalkirin, behsa wan rojan dike û dibêje; ji malbata min tenê ez û xwişka min mane

K24 - Duhok

Xaltiya Pîroz ku ji malbata wê 10 kes hatine enfalkirin, behsa wan rojan dike û dibêje; ji malbata min tenê ez û xwişka min mane.

32 sal in yekane hevala wê rondikên wê ne. Deh kes ji malbata xaltiya Pîroz ber enfalê ketine. Heta niha jî çavên wê li nûçeyeke bêserûşûnbûna ezîzên wê ye. Ligel her peyveke vegerana karesatê, bîranînên ezîzên wê dilê wê disotînin. Rondik û giriyên wê jî, nahêlin qala çîrokên trajediya enfalê bike.

Xaltiya Pîroz dibêje: “Şeş birayên min, kurê birayê min heft, zilamê min heşt, xwişka min neh, xezûrê min deh. Deh şehîdên ji mala min. Zilam birin, em anîn keleha Duhokê. Îşkence li wan kirin. Ew roj bila ti car venegerin. Em nebînin. Em ti carî bi çavên xwe nebînin.”

Ji malbateke deh kesî, tenê xaltiya Pîroz û xwişka wê Edla di jiyanê de mane. Hê jî dîmenên îşkencekirin û êşa bira û ezîzên wan li ber destê rejîma Be'sê, li pêş çavên wan in.

Xwişka xaltiya Pîroz jî dibêje: “Zilam li keleha Duhokê hatin îşkencekirin, birayên me ji ber çavên me naçin. Zilam ji nav me girtin birin, nehiştin em derkevin û zilam li ber me bi îşkecê dikuştin.”

Enfal, ew karesata mezin e ku rejîma Be'sê bi ser gel û pêkhateyên Kurdistanê de aniye. Di wê karesatê de nêzîkî 182 hezar welatiyên bêguneh hatin enfalkirin. Gelek ji wan bi saxî di nav gorên bi kom de hatin şehîdkirin û gelek kes hatine kîmyabarankirin, ji wan bi hezaran kes jî çarenûsa wan ne diyar e. Ji bilî vê jî, nêzîkî 4 hezar û 500 gund hatine wêrankirin û şewitandin.