Bombeyek bi wesayîteke Neteweyên Yekbûyî de teqiya

Polîsê Parêzgeha Neynewa yê li bakurê Iraqê ragihand; li nahiya Bertile ya rojhilatê Mûsilê, bombeyeke paşmayî bi wesayîteke ser bi Neteweyên Yekbûyî de teqiya.

K24 – Hewlêr

Polîsê Parêzgeha Neynewa yê li bakurê Iraqê ragihand; li nahiya Bertile ya rojhilatê Mûsilê, bombeyeke paşmayî bi wesayîteke ser bi Neteweyên Yekbûyî de teqiya.

Îro çarşemê Polîsê Parêzgeha Neynewa bi daxuyaniyekê ragihand: “Bombeyeke paşmayî ya çekdarên terorîst ên DAIŞê bi wesayîteke ser bi Neteweyên Yekbûyî de teqiya, ku li ser rêya giştî ya Mûsil – Hewlêrê ya li nêzîkî gundê Şaqulî yê ser bi nahiya Bertile hatibû danîn.”

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “Ew bombe piştî rizgarkirina Mûsilê ji aliyê tîmên rakirina mayînan ve hatibû dîtin û alayeke sor li ser wê hatibû danîn, lê bi wesayîta Neteweyên Yekbûyî de teqiya.”

Herwiha hatiye diyarkirin: “Şofêrê wesayîtê li qeraxa rêya giştî rawestiyaye û piştre ji wesayîta xwe daketiye û li devera qedexe çûnûhatin kiriye û bûye sedema teqîna bombeyê û birîndar bûye.”

 

Î.A