Parlementerên Almanyayê: Tirkiye ne hevkarekî cihê baweriyê ye

Pisporên karûbarên derve yên Almanyayê ji ber nakokiyên navbera Tirkiye û Yunanistanê ku her du jî endamên NATOyê ne, rexneyên tund li hikûmeta Tirkiyê digrin.

K24 – Hewlêr

Pisporên karûbarên derve yên Almanyayê ji ber nakokiyên navbera Tirkiye û Yunanistanê ku her du jî endamên NATOyê ne, rexneyên tund li hikûmeta Tirkiyê digrin.

Jurgen Hardt, Parlementerê Partiya Mesîhî ya Demokrat îro li Berlînê diyar kir: “Mixabin, operasyonên lêgerîna gaz û petrolê ji aliyê keştiyên Tirkiyê ve di ava navdewletî de, dikeve çarçoveya stratejiya acizkirin û zêdeçûnê, ku çend meh in ji aliyê Tirkiyê ve tê meşandin. Tirkiye astengkirina azadiya raman, rojnamegerî û azadiya desthevgirtina zanyarî didomîne, tevî acizkirina Yunanistanê û guhertina pêgeheke cîhanî (Aya Sofya) bo mizgeftê.”

Hardt herwiha got: “Ev acizkirina ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve, encama hinek sedemên navxweyî ye, lê ev kar alîkariya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan nake ji bo jinavbirina zêdebûna hêrsa xortan ji ber qeyrana aboriyê.”

Jurgen Hardt dibêje: “Fraksiyona Hevpeymaniya Mesîhî ya li Parlementoya Almanyayê, ji Tirkiyê daxwaz dike, piştî çend salên goşegîrî vegere nirxên NATOyê û Encûmena Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê.” Herwiha eşkere kir ku divê nakokî bi rêya dîplomasiyê û li gor yasayên navdewletî werin çareserkirin, ne bi rêya rûbirûbûnê.

Fraksiyona Partiya Demokrat a Azad jî îro bi daxuyaniyekê ragihand ku Tirkiye ne hevkarekî cihê baweriyê ye û got: “Divê hikûmeta Almanyayê dudil nebe di rûbirûbûna siyaseta navxweyî ya Tirkiyê û siyaseta herêmî ya dijminkarane ya wî welatî de.”

Ji aliyê xwe ve, Sevim Dagdelen, Nûnera Partiya Çep a li Parlementoya Almanyayê got: “Nabe hikûmeta Almanyayê çavgirtina xwe bidomîne û divê bi awayekî eşkere binpêkirinên Tirkiye yên di yasayên navdewletî de li dijî Yunanistan û Qibrisê destnîşan bike û bi nav bike.”

Yunanistan, Tirkiyê bi lêgerîna gaza sirûştî li derdora giravên Yunanistanê tohmetbar dike. Herwiha Yekîtiya Ewropayê jî ev rêkarên Tirkiyê şermezar kir û ji Enqerê daxwaz kir ku karûbarên lêgerînê bide sekinandin.

Li hember vê, hikûmeta Tirkiyê jî tekez dike; ava ku tê de li gaza sirûştî digere, dikeve qeraxên sînorê Tirkiyê.

 

Î.A