47 helbestên Almanî bo Kurmancî hatin wergerandin

Nivîskar Abdullah Incekan ji 8 helbestvanên Almanî 47 helbestan wergerande.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Zimanzan, nivîskar û wergêr Dr. Abdullah Incekanê ev 33 sal in li Almanyayê dijî û ji zimanên Almanî bo Kurdî wergeran dike, 47 helbestên 8 şairên Almanî wergerande bo Kurdîya Kurmancî. Berhema wergerên helbestên Almanî, bi navê "Deriyê Dil-Guldesteyek Ji Şiîra Almanî" ji nav weşanên Nûbiharê der çû. Nivîskarê Kurd bo K24ê axivî û got, divê Kurd xwedî li wergerê derkevin û zêdetir werger ji zimanên cîhanî bo Kurdî bêne kirin. Her wiha Kurdolog û mamosteyê zimanê Almanî Abdullah Incekan, berhema xwe ya "Deriyê Dil" ji bo bibîranîna şehîdên komkujîya Enfalê îthaf kirîye.

Li Tirkîye û bakur ji ber pandemîyê demekî çapkirina kitêb û berheman hatibûn rawestandin, lê belê di proseya normalîzasyona jîyanê da ev demekî ye berhemên Kurdî li pey hev tên çapkirin û digihîjin ber destên xwîneran. Zimanzan, nivîskar û wergêr Dr. Abdullah Incekanê ku eslê xwe ji Erziroma bakurê Kurdistanê ye û ev 33 sal in li Almanyayê dijî û zêdetirî 25 sal in ku ji zimanên Almanî û Fransî bo Kurdî wergeran dike, herî dawî bi navê; "Deriyê Dil-Guldesteyek Ji Şiîra Almanî" berhema xwe ya ku ji wergerên 47 şi'rên Almanî pêk tê da çapkirin. Pirtûka ku ji şi'rên 8 şairên bi nav û deng yên Almanî pêk tê, di 21ê Tebaxê da ji nav weşanên Nûbiharê der çû. Her wiha nivîskar û wergêr Incekan, berhema xwe ya dawî "Deriyê Dil" ji bo bibîranîna şehîdên komkujîya Enfalê îthaf kirîye.

Nivîskarê Kurd Abdullah Incekan dibêje; "Du sedem hebûn ku min dest bi wergerandina helbestên Almanî kir, yek şexsî bû, yek jî civakî bû. Încekan bal dikşîne ser rol û girîngîya wergerandina berhemên ji zimanên cîhanî bo Kurdî û dibêje, divê Kurd xwedî li wergerê derkeve û zêdetir werger bêne kirin.

Kurdolog û mamosteyê zimanê Almanî Abdullah Incekanê ku ev demekî ye dest bi wergerandina Dîwana Rojhilat û Rojava ya Goethe dike bi 21 helbestên Goethe herî zêde cih daye helbestên wî. Incekan dibêje, wî hewl daye ku beşek ji helbestên canon ya edebiyata Almanî wergerîne Kurdî.

Berhema dawî ya Abdullah Incekan ya bi navê "Deriyê Dil-Guldesteyek Ji Şiîra Almanî" kul i Tirkîye û bakur bes bi wergerên Kurmancî hate wergerandin, li Almanyayê ji alîyê weşanxaneyekê li gel helbestên resen bi wergerên Kurdî jî hate çapkirin. Di nav 8 şairên ku helbestên wan hatine wergerandin da, navên giregir yên wek Goethe, Nietzsche, Rilke, Bachmann (Bexman) û Heine (Hayne) hene