Li rojavayê Kurdistanê rêkarên “Koronayê” tundtir bûne

Li Rojavayê Kurdistanê tevî ku qedexeya çûnûhatinê bi dawî bûye, lê gelek tedbîr ji bo rûbrûbûna vîrûsa Koronayê hatine standin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Li Rojavayê Kurdistanê tevî ku qedexeya çûnûhatinê bi dawî bûye, lê gelek tedbîr ji bo rûbrûbûna vîrûsa Koronayê hatine standin, mîna paşxistina sala nû ya xwendinê û qedexeya lidarixstina nimêjê li mizgeftan. Aliyên têkildar didin zanîn ku bi van gavan ew belavbûna koronayê li deverê kêm dibe.

Qedexeya çûnûhatinê bi dawî bû, lê hejmara pêketiyên bi vîrûsa Koronayê hîn jî ber bi bilindbûnê ve diçe, ji ber wê Rêveberiya Xweser bi girtina tedbîrên rûbrûbûna wî vîrûsê berdewam e.

Paşxistina sala nû ya xwendinê 2020-2021 ji bo mehekê, yek ji van tedbîran e. Rêveberiya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê dide zanîn ku armanca wan ew e, Korona di nav şagirtan de belav nebe û dema ku dibistan li pêş şagirtan vebin jî, dê gelek tedbîrên parastinê werin danîn.

Biryar bi qedexeya kombûnan heye, loma nimêj li mizkeftan hatiye rawestandin. Rêveberiya Saziya Olî li bajarê Qamişlo dide zanîn, kombûna herî mezin li mizgeftan çê dibe û bi taybetî di roja Înê de, ji bo rûbrûbûna belavbûna Korona di nav nimêjkaran de, wan biryar bi rawestandina nimêjê li mizgeftan standiye.

Rojane hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê bilindtir dibe. Heta îro nêzîkî 500 haletî hatiye tomarkirin. Tevî bidawîkirina qedexeya tevgerê di nava bajaran de, lê ji ber rewşa tendirustî ya xirab metirsiya Rêveberiyê ji zêdebûna halatan bûye sedem ku gelek tedbîrên parastinê û rûbrûbûna Koronayê werbigire.