Nakokiyên Tirkiye û Yewnanistanê gihişte asta leşkerkêşiyê

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand; hinek nûçe amaje bi wê yekê dikin ku Yewnanistan leşkerên xwe veguhestine girava Meîsê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand; hinek nûçe amaje bi wê yekê dikin ku Yewnanistanê leşkerên xwe veguhestine girava Meîs a Yewnanistanê ku li nêzîkî Tirkiyê ye. Herwiha hatiye diyarkirin ku vê pêngava Atînayê nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê de hatiye eşkerekirin ku çend raportên nûçeyan behsa wê yekê dikin; Yewnanistan leşkerên xwe veguhestine girava Meîsê. Li gor rêkeftina aştiyê ya sala 1947an a li Parîsê, hebûna çekan li wê giravê qedexe ye.

Wezaretê destnîşan kiriye: “Eger ev zanyarî rast bin, ev amajeyeke nû ye bo destdirêjiyên Yewnanistanê bo ser yasayan û niyeta wan a rasteqîn a li rojhilatê Deryaya Spî derdixe holê.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Em her guhertineke ne rewa ya li rewşa wê giravê red dikin.”

Herwiha hatiye eşkerekirin: “Provokatîfên bi vê cûreyê ji Yewnanistanê re bi ti awayî sûdê nade. Eger Yewnanistan pêngavên xwe yên zêdekirina aloziyê li herêmê bidomîne, ew bi xwe dê winda bike. Tirkiye bi biryar e ku heta dawiyê maf û berjewendiyên xwe yên navdewletî biparêze.”

 

Î.A