Xortekî Kurd ji ber ku daxwaza wî ya penaberiyê hat redkirin, xwe kuşt

Xortekî 30 salî yê bi navê Mesûd Qedîrî yê ji bajarê Bokan ê rojhilatê Kurdistanê, ji ber redkirina daxwaza wî ya penaberiyê li welatê Swîsreyê, xwe kuşt.

K24 – Hewlêr

Xortekî 30 salî yê bi navê Mesûd Qedîrî yê ji bajarê Bokan ê rojhilatê Kurdistanê, ji ber redkirina daxwaza wî ya penaberiyê li welatê Swîsreyê, xwe kuşt. Li ser daxwaza wî jî, termê wî li wê derê hat veşartin.

Kemal Seyîdzade, zavayê Mesûd Qedîrî ji Kurdistan24ê re behsa jiyan û biryara wî ya xwekuştin û veşartina wî kir.

Xortê ji rojhilatê Kurdistanê, du sal berê çûye welatê Swîsreyê û li bendê bûye ku ji bo weke penaber were qebûlkirin û bersiveke erênî bidin, lê redkirina daxwaza wî, hemû xewnên wî yên jiyaneke azad, bin ax kir.

Kemal Seyîdzade dibêje: “Mesûd li Bokanê girêdayî ti partî û aliyekî nebû. Ti kêşeyeke wî ya civakî jî tinebû, lê weke em hemû dizanin, jiyan li rojhilatê Kurdistanê ew qas dijwar bû, biryar da berê xwe bide Swîsreyê.”

Zavayê Mesûd Qedîrî behsa wê yekê dike ku di van demên dawî de piraniya daxwazên penaberiyê li Swîsreyê têne redkirin, sedema wê jî ew e ku "niha hikûmeta Swîsreyê ji bo lêkolîna rastiya dosyeyan, nûneran dişîne cihên ku koçber hatine, lê mixabin ew ji kesên hikûmetê dipirsin, ew jî bêguman nabêjin kêşeyek heye".

Mesûd kesekî werzişvan bûye, dema berê xwe daye Swîsreyê, li tîmekê dest bi sporê kiriye, zavayê Mesûd dibêje: “Ji ber werzişê, ji hemû cûre madeyên hişbir dûr bû, heta alkolê jî venedixwar.”

Du meh piştî bersiva neyênî ya daxwaza penaberiyê, Mesûd ji wê bersivê bêhêvî bûye û hetanî li cem zavayê xwe jî gotiye "êdî wateya jiyanê nema", zavayê wî dibêje: “Wê demê min fêm nekir mebesta wî çi ye.”

22ê Tebaxa 2020an, Mesûd Qedîrî biryara xwe daye û xwe avêtiye ber trênekê, lê polîs heta roja duşemê malbata wî agahdar nekiriye, heta niha jî bersiveke eşkere nedane ku çima piştî derbasbûna sê rojan ji wan re ragihandine.

Destpêkê her çi qas malbata Mesûd biryar dide ku termê wî li rojhilatê Kurdistanê bi axê bispêrin, lê piştî ku bala xwe didin çend dengên wî yên tomarkirî û vîdeo û nivîsan, biryar didin termê wî li Swîsreyê bin ax bikin.

Kemal Seyîdzade eşkere dike di wan tomarên dengan de Mesûd dibêje: “Êdî wateya jiyanê ji bo min nema… Ez ji bo xwe jî nehatime vê derê. Li Îranê kêşeya min hebû. Ez dixwazim em bi azadî bijîn. Divê ez ji we re îsbat bikim.”

Termê Mesûd roja înê bi axê hat spartin. Kemal Seyîdzade dibêje: “Nêzîkî 100 kes di merasîma cenazeyê de amade bûn. Piraniya wan dost û naskiriyên wî bûn. Me ew nas nedikirin.”

Î.A