Li Awusturyayê kesek bi tohmeta sîxûriya Tirkiyê hat girtin

Wezîrê Navxwe yê Awusturyayê (Nemsa) ragihand; welatiyeke Tirkiyê bi tohmeta sîxûriya bo Tirkiyê hat girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxwe yê Awusturyayê (Nemsa) ragihand; welatiyeke Tirkiyê bi tohmeta sîxûriya bo Tirkiyê hat girtin.

Karl Nehammer îro sêşemê di civîneke çapemeniyê de eşkere kir ku Serdozgeriya Awusturyayê derbarê wê welatiya Tirkiyê de bi tohmeta "sîxûriya ji bo welatekî din" dest bi lêpirsînê kiriye û wê bi xwe jî tohmetên sîxûriyê qebûl kiriye.

Nehammer da zanîn ku di 26ê Hezîranê de li bajarê Favoriten ê Viyanayê di navbera grûpên Kurd û Tirkan de pevçûn derketibû û îstixbarata Awusturyayê li ser provokatoran dest bi lêkolînê kiribû.

Karl Nehammer diyar kir; îstixbarata Awusturyayê xwe gihande kesekê û di lêpirsîna destpêkê de tohmetbar eşkere kiriye ku ji bo Tirkiyê sîxûriyê dike û di wan rûdanên bajarê Favoritenê de jî peywendiya wê heye.

Wezîrê Navxwe yê Awusturyayê ragihand ku tohmetbar li Tirkiyê ji ber tawaneke din hatiye girtin û piştre ji bo ku were berdan, qebûl kiriye ku li Awusturyayê têkeve nav grûpên Kurd û Tirkan û derbarê çalakiyên wan de sîxûriyê bike.

Karl Nehammer di civîna çapemeniyê de eşkere kir: “Ji bo kesên ku bi navê Tirkiyê sîxûriyê dikin, li Awusturyayê cih tine ye. Divê bizanin ku em vê yekê napejirînin.”

 

Î.A