Charlie Hebdo karîkaturên li dijî pêxemberê Îslamê car din belav dike

Kovara karîkaturan Charlie Hebdo biryar daye, sibe çarşemê ewan karîkaturan dîsa belav bike, ku di sala 2015an de bi sernavê pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed belav kiribû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kovara karîkaturan Charlie Hebdo biryar daye, sibe çarşemê ewan karîkaturan dîsa belav bike, ku di sala 2015an de bi sernavê pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed belav kiribû û alema Îslamê belavkirina karîkaturan weke sivikatîkirina li pîrozbahiyên Îslamê bi nav kiribû.

Belavkirina wan karîkaturan di heman dema dadgehîkirina wan 14 tohmetbaran de ye ku di sala 2015an de ji ber karîkaturan êrîşî ofîsa rojnameya Charlie Hebdo kiribûn û di encamê de 12 kes hatibûn kuştin.

Rêveberê Nivîsan ê Kovara Charlie Hebdo li ser hesabê xwe yê Twitterê dibêje: “Em ti car jê venegeriyane û belavkirina wan karîkaturan bi boneya birêveçûna dadgehîkirinê ye.”

Karîkaturên ku pênc sal berê ji aliyê kovara Charlie Hebdo ve bi nav û kesayetiya pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed hatibû belavkirin, di alema Îslamê de nerazîbûneke tund li pey xwe anîbû û dibe ku car din belavkirina wan, dîsa pêleke nîgeranî û nerazîbûna misilmanan derxe holê.

 

Î.A