Firokeyên F16 yên Iraqê di metirsiyê de ne

Piştî radestkirina çend binkeyên serbazî bo Wezareta Berevaniyê ya Iraqê û amadekariyên Amerîkayê ji bo vekişandina nêzîkî 2 hezar leşkerên xwe, metirsiyeke mezin li ser firokeyên F16 yên Iraqê çêbûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî radestkirina çend binkeyên serbazî bo Wezareta Berevaniyê ya Iraqê û amadekariyên Amerîkayê ji bo vekişandina nêzîkî 2 hezar leşkerên xwe, metirsiyeke mezin li ser firokeyên F16 yên Iraqê çêbûye.

Raporteke Amerîkî hişyarî da; dibe ku Iraq hemû firokeyên xwe yên F16 ji dest bide. Li ser sedema vê yekê jî diyar dike ku li Iraqê tîmeke pispor a teknîkî tine ye û kompaniyên teknîkî ji destpêka îsal ve vekişiyane û gendeliyeke mezin heye li Balafirgeha Beled ku firokeyên F16 yên Iraqê li wê derê ne.

Li ser vê mijarê, Şehab Cahîd, Fermandarê Hêzên Esmanî yên Iraqê dibêje: “Me rahênan li ser firokeyên F16 kiriye. Niha firokevanên me Iraqî ne, ango ji sedî sed prose Iraqî ye. Ji destpêka îsal ve, piştî ku kompaniyên lojîstîk biryar dan Iraqê bi cih bihêlin, me tîmeke xwe ya teknîkî amade kiriye.”

Ji ber tirsa serîhildana kêşeyên teknîkî, hejmara firînên rojane, ji 16 firînan bo 2 firînê hatiye kêmkirin. Herwiha hejmara firokeyên ku bi kar dianîn, ji 20 firokeyan bo 7 firoke hatiye kêmkirin.

Ji bilî vê jî, metirsî li ser wê yekê jî heye ku piştî derketina Amerîkayê ji Iraqê, kesên nêzîkî Îranê dest deynin ser wan firokeyan.

Amerîkayê bi rêya peymaneke bi 4 milyar û 500 milyon dolaran, 36 firokeyên F16 ji Iraqê re firotine. Niha ji ber gendelî û neşarezayî, metirsiya jidestdana wan firokeyan heye.

 

Î.A