Macron li Bexdayê: Ez ji bo nîşandana piştevaniya xwe hatim Iraqê

Serokê Fransayê li Bexdayê hişyarî da, ku "lawazkirina Iraqê ji ber destwerdanên derve ye" û got: “Ez ji bo nîşandana piştevaniya xwe bo Iraqê hatim vê derê.”

K24 – Hewlêr

Serokê Fransayê li Bexdayê hişyarî da, ku "lawazkirina Iraqê ji ber destwerdanên derve ye" û got: “Ez ji bo nîşandana piştevaniya xwe bo Iraqê hatim vê derê.”

Emmanuel Macron, Serokê Fransayê ligel Berhema Salih, Serokomarê Iraqê îro çarşemê 2yê Îlona 2020an di civîneke çapemeniyê de li Bexdayê diyar kir: “Iraq rûbirûyî destwerdanên derve dibe ku wê lawaz dike.” Herwiha eşkere kir; Parîs dixwaze ji bo "serweriya Iraqê" hemû piştgiriya xwe pêşkêş bike.

Macron destnîşan kir; Fransa û hemû civaka navdewletî piştevaniya Iraq û gelê wê dikin û got: “Niha Iraq di qonaxeke giring a dîrokî re derbas dibe.”

Serokê Fransayê berê xwe da rayedarên Iraqê û diyar kir; divê ew serweriya welatê xwe ava bikin û got: “Iraq rûbirûyî ezmûneke giran a aborî û asayîşê dibe, di heman demê de hêj şerê DAIŞê bi dawî nebûye.”

Berhem Salih: Iraq rêz li cîranên xwe û civaka navdewletî digre

Di civîna çapemeniyê ya hevbeş de, ku piştî civîna wan a li koşka serokatiya Iraqê, Koşka Selam hat lidarxistin, Berhem Salih, Serokomarê Iraqê diyar kir: “Em bi dilxweşî dixwazin peywendiyên xwe ligel Fransayê bihêztir bikin, ji bo avakirina hevbeşiyeke stratejîk.”

Berhem Salih herwiha eşkere kir: “Iraq rêz li cîranên xwe û civaka navdewletî digre… Me serkeftineke mezin li dijî teror û tundrewiyê pêk anî. Herwiha gelek karên me ji bo bidawîanîna terorê li pêşiya me ye.”

Î.A