Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih tekezî li çareserkirina kêşeyan dikin
K24 – Hewlêr
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Berhem Salih, Serokomarê Iraqê li bajarê Bexdayê civiyan.
Li gor daxuyaniya malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de li ser rewşa siyasî ya Iraq û herêmê fikr û ramanên xwe bi hev re parve kirin û behsa giringiya yekkirina hêz û şiyanan bo derbasbûna qeyranan kirine.
Di civînê de tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyên rawestandî yên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê li ser bingeha destûr û yasa û parastina debara jiyana welatiyan û mûçexurên Herêma Kurdistanê û Iraqê hatiye kirin.
Geşedanên herî dawî yên herêmê û pêşvebirina peywendiyên Iraqê ligel welatên herêmê û cîhanê, mijareke din a civînê bû.