Dayîkekê pênc zarokên xwe kuştin

Polîsê Almanyayê ragihand; îro pêncşemê termên pênc zarokan li malekê hatin dîtin û ew her pênc zarok ji aliyê dayîka xwe ve hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîsê Almanyayê ragihand; îro pêncşemê termên pênc zarokan li malekê hatin dîtin û ew her pênc zarok ji aliyê dayîka xwe ve hatine kuştin.

Medyaya Almanyayê ev zanyarî piştrast kirine û wêneyên wan wesayîtan belav kirine ku li ber avahiyê rawestiyane ji bo veguhestina termên zarokan.

Rojnameya Bild a Almanî ragihandiye; dapîra zarokan peywendî bi polîsan kiriye û ji wan re ragihandiye ku keça wê ya 27 salî her pênc zarokên xwe kuştine û zarokê xwe yê şeşem jî bi xwe re biriye derve, da ku wî jî bikuje.

Hat eşkerekirin; zarokên ku ji aliyê dayîka xwe ve hatine kuştin, temenên wan 1, 2, 3, 6 û 8 salî bûne.

Rojnameya Bild diyar dike ku wê dayîkê xwestiye li ser xeteke trênê xwe jî bikuje, lê ji aliyê polîsan ve hatiye rizgarkirin.

Derbarê zarokê şeşem de ku dayîkê ji bo kuştina wî jî ew ligel xwe biribû, polîsê Almanyayê eşkere kir ku ew zarok 11 salî ye û niha rewşa wî baş e û radestî dapîra wî hatiye kirin.

Î.A