Serokwezîrê berê yê Tirkiyê bi koronayê ket

Binali Yildirim, Serokwezîrê berê yê Tirkiyê û Parlementerê Îzmirê yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ragihand ku testa wî ya vîrûsa koronayê (Covid-19) pozîtîv derketiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Binali Yildirim, Serokwezîrê berê yê Tirkiyê û Parlementerê Îzmirê yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ragihand ku testa wî ya vîrûsa koronayê (Covid-19) pozîtîv derketiye.

Yildirim li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kir ku vê sibê ji ber bêhaliyê, ligel hevjîna xwe Semiha Yildirim çûne Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê û di encama pişkinînê de derketiye holê ku bi vîrûsa koronayê ketine.

Binali Yildirim eşkere kir: "Rewşa me baş e, tu tiştê neyênî tine. Bijîşkên me guncaw dîtin ku em vê pêvajoyê li malê derbas bikin. Em ji welatiyên xwe tika dikin ku bi taybetî pabendî rêbaza paqijî, mask û dûrketinê bibin. Em dua dikin û li benda duayan in."

 

Î.A