Welatekî Erebî piştgiriya xwe ji bo rêkeftina Îsraîl û Îmaratê nîşan da
K24 – Navenda Nûçeyan
Ajansa nûçeyan a Behreynê ji çavkaniyeke fermî ya Wezareta Veguhestin û Peywendiyan ragihandiye ku Behreyn rê li geştên esmanî yên navbera Îmarat û Îsraîlê dide.
Hatiye eşkerekirin ku esmanê Behreynê ji bo her geşteke navbera Îsraîl û Îmaratê dê vekirî be.
Berî welatê Behreynê, Erebistana Siûdî jî heman biryar li ser rêkeftina Îsraîl û Îmaratê ji bo asayîkirina peywendiyên wan dabû.
Meha borî Îsraîl û Îmarat ji bo asayîkirina peywendiyên xwe rêkeftinek îmze kirin û vê jî karvedanên cuda li pey xwe anîn.
Î.A