Rayedarekî Îmaratî: Em li Îsraîlê balyozxaneya xwe vedikin

Rayedarekî payebilind ê Îmaratê diyar kir; welatê wî heta çend mehên din, li Îsraîlê balyozxaneya xwe vedike.

K24 – Hewlêr

Rayedarekî payebilind ê Îmaratê diyar kir; welatê wî heta çend mehên din, li Îsraîlê balyozxaneya xwe vedike.

Rojnameya Israel Today ku bi zimanê Îbranî tê belavkirin, ev agahî ji zarê çavkaniyekê eşkere dike ku dibêje rayedarekî payebilind ê Wezareta Derve ya Îmaratê ye.

Li gor rojnameyê, rayedarê Îmaratî diyar kiriye: “Welatiyên Îsraîlê dikarin ji wê Balyozxaneya Îmaratê daxwaza vîzeyan bikin, ku dê heta 3 – 5 mehên din li Îsraîlê were vekirin.”

Wezareta Derve ya Îsraîlê hefteya borî eşkere kiribû; rayedarên her du aliyan bi beşdariya rayedarên Amerîkî, li ser vekirina balyozxaneyên her du welatan, gotûbêj kirine.

Ji bilî balyozxaneyê, li gor rayedarê Îmaratî "Ebû Zebî li ser vekirina konsulxaneyekê li bajarê Heyfa an jî li bajarê Nazara (Nasire) lêkolîn dike, ku ligel balyozxaneyê bixebite".

13ê meha Tebaxê, Îmarat û Îsraîl ji bo asayîkirina peywendiyên xwe li hev kirin. Filistîn li dijî vê pêngavê sekinî û li ser asta serkirdetî û gel ve, Îmarat "bi xiyanet û bi kêrlêdana pişta gelê Filistînê" tohmetbar kir.

 

Î.A