Li Îranê 110 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Îran û rojhilatê Kurdistanê 110 kesên din bi vîrûsa Koronaya nû COVID-19 canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Îran û rojhilatê Kurdistanê 110 kesên din bi vîrûsa Koronaya nû COVID-19 canê xwe jidest dan. 

Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 demjimêrên bûrî de 1 hezar û 905 kes li Îranê bi Koronayê ketine û 110 kesan jî bi Koronayê canê xwe jidest dan.

Bi vî awayî, hejmara pêketiyan li Iranê gihîşt 371 hezar û 816 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 21 hezar û 359 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê anî ziman ku heta niha 319 hezar û 847 nexweşên Koronayê baş bûne û rewşa 3 hezar û 800 kesî xirap e.

 

S. B