HezKurd ji bo zimanê Kurdî dest bi çalakî û xebatan dike

Hereketa Zîmanê Kurdî : HezKurd ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, hatiye damezrandin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hereketa Zîmanê Kurdî (HezKurd) ragihand ku ew ji bo zimanê Kurdî dest bi çalakî û xebatan dikin û helwest û daxwazên xwe yên ji bo zimanê Kurdî aşkere kirin. Hat daxuyandin ku HezKurd ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, di hemû astên perwerdehiyê de bê bikaranîn û di nav civakê de hişmendiya xwedîlêderketinê peyda bibe hatiye damezrandin û dest bi xebatên xwe kiriye.

Li bakurê Kurdistanê, piştî Platforma Zimanê Kurdî û Tora Zimanê Kurdî, HezKurd jî dest bi xebat û çalakiyên zimanê Kurdî dike. Rêvebirên HezKurdê tînin ziman ku sazî û hereketên ji bo ziman çiqas zêde bibin û çiqas zêde xebat û çalakî werin kirin, dê metirsiyên ji ser Kurdî jî ew qas kêm bibin.

Rêvebirê HezKurdê Barij Celalî, balê kişand ku polîtîkayên pişaftin û asteng kirina zimanê Kurdî, li ser civaka Kurd a li Tirkiyeyê bandorên xeter û metirs kiriye û ji bo xedîlêderketin, bipêşxistin û bidestxistina statuyeke resmî a zimanê Kurd ew wek hezKurd dest bi çalaki û xebatan dikin. Celalî da zanîn ku ew xwe ji hemû destwerdanên siyasî dûr dihêlin û li ser bingehên zagonî têkoşîna zimanê Kurdî didin destpê kirin.

Rêvebirê HezKurdê Barij Celalî ji K24ê re got: "Ji bo mafên rewa dezgehên sivîl çiqas zêdebin destkeftinên neteweyî û rewa jî ew qas baş dibin û zûtir bicîh tên. Em dixwazin bi taybet din ava hemû çînên civaka Kurd de, bi pratîkî gavan biavêjin û xebatên xwe din ava civakê de bipêş bixin. Da ku hişmendiya zimên em bidin neteqeya xwe. Heger ku bîrewerî neye peyda kirin, çi sazî dezgehên me, çi weşanxane û çapxaneyên me; çiqas karên pîroz bikin jî, dema daxwaza civakî nebe nagihên armancên xwe."

Serokê HezKurdê ragihand ku ew li gelek bajarên bakur û Tirkiyeyê rêxistin bûne ku xebat û çalakiyên hemwext bimeşînin.

Zerya Dilsoz jî ragihand ku dema wê bihîstiye ku herketeke wiha ji siyasete dûr lê bi armanca xwedîlêderketina zimanê Kurdî destpê kiriye, wê jî xwestîye beşdar bibe û piştgîr bide. Dilsoz da zanîn ku bi taybet nivşên nû, ji Kurdî dûr mezin dibin û ev jî xemeke mezin e.

Endama HezKurdê Zerya Dilsoz dibêje: "Mebesta me ew e ku zimanê me, di her qadên jiyanê de belav bibe, bê nasîn û bibe zimanê fermî. Divê wek gelên din, zimanê me jî ji bin pişaftinê bê rizgarkirin û di nav ciwanan de jî bê heskirin û xwedîlêderketin. Divê ciwan bên perwerde kirin, hem ji bo ku eslê xwe winda nekin, hem jî qedra zimanê xwe zanibin."

Rêvebirên HezKurdê, ragihand ku ewê xebatên xwe bi awayekî sivîl û çalak bimeşînin û bang û daxwaz li gelê Kurd kirin ku li bakûr û Tirkiyeyê, hemû derftên perwerdehî û bipêşxistina Kurdî baş bikar bînin û piştgiriyê bidin xebatên zimên.

  

S. B