Li Iraqê ji ber koronayê 75 kesan canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bor de ji ber vîrûsa koronayê 75 kesan jiyana xwe ji dest dan.

K24: Navenda Nûçeyan - Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bor de ji ber vîrûsa koronayê 75 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 75 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 243 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya 9ê Îlona 2020an de eşkere kiriye; heta niha 273 hezar û 821 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 209 hezar û 993 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 540 kes di nexweşxaneyên Iraqê de di çavdêriya hûr de ne û heta niha li seranserê Iraqê 7 hezar û 732 kesan canê xwe ji dest dane.