Li Tirkiyê ji ber koronayê 55 kesan canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 55 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 837 kesan.

K24: Navenda Nûçeyan - Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 55 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 837 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 9ê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1673 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 284 hezar û 943 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 943 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 254 hezar û 188 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Heta niha bi giştî zêdetirî 8 milyon pişkinîn hatine encamdan. Îro jî ji zêdetirî 110 hezar pişkinînan, 1673 pêketiyên nû hatin tomarkirin. Eger em hemû bi hev re piştgirî bidin tedbîran, em ê li hember vîrûsê bihêztir bibin. Piştgiriya vê hêzê bikin, em hezkiriyên xwe biparêzin.”