Bulent Arinç û hevjîna wî bi koronayê ketin

Serokê berê yê Parlementoya Tirkiyê û Endamê Lijneya Bilind a Şêwirmediyê ya Serokomariya Tirkiyê Bulent Arinç û hevjîna wî bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketin.

K24: Navenda Nûçeyan – Serokê berê yê Parlementoya Tirkiyê û Endamê Lijneya Bilind a Şêwirmediyê ya Serokomariya Tirkiyê Bulent Arinç û hevjîna wî bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketin.

Bulent Arinç li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro ez û hevjîna min bi gumana vîrûsa koronayê em çûn nexweşxaneyê û li wê derê piştî pişkinînan em hîn bûn ku encamên me pozîtîv derketine.”

Arinç li ser rewşa xwe ya tendirustiyê û rewşa hevjîna xwe eşkere kir: “Rewşa me ya tendirustiyê hemd ji Xweda re niha baş e. Tedawiya me di vê qonaxê de bi çavdêriya bijîşkan, li malê didome.”

Hêjayî gotinê ye ku Binali Yildirim, Serokwezîrê berê yê Tirkiyê û Parlementerê Îzmirê yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) jî 3yê vê mehê bi koronayê ketibû.