Trump peymana aştiyê ya navbera Îsraîl û Behreynê ragihand

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand; welatê Behreynê beşdarî rêkeftina aştî ya welatên Îsraîl û Îmaratê bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan: Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand; welatê Behreynê beşdarî rêkeftina aştî ya welatên Îsraîl û Îmaratê bûye.

Donald Trump eşkere kir: “Guhertinên mezin li Rojhilata Navîn çêdibin, ku di baweriya ti kesî de tinebû. Niha jî welatê Behreyn kete nav rêkeftina Îsraîl û Îmaratê, ku 15ê vê mehê di rojeke dîrokî de li Koşka Spî dê were îmzekirin û nûnerên her sê welatan amade bibin.”

Trump herwiha destnîşan kir: “Ez spasiya van welatan dikim. Siberoja wan dê bi hêvî bibe û ji hemû alozî û tevliheviyan dûr bibe. Herwiha piraniya welatên herêmê, dê peywendiyên wan ên bihêz bi Îsraîlê re çêbibe û bi giştî herêm aram bibe û derbasî qonaxeke nû bibe û ew xwînrijiya ku berê li herêmê hebû, bi dawî bibe.”

Behreyn çi dibêje?

Hikûmeta Behreynê asayîkirina peywendiyên xwe yên ligel Îsraîlê bi "pêngaveke rastî û giring" bi nav dike. Li hember wê, aliyên din ên Behreynê ku li dijî rêkeftinê ne, dibêjin "ev di dîrokê de rojeke reş e".

Wezîrê Karûbarên Ragihandina Hikûmeta Behreynê Elî bin Mihemed Rehîmî dibêje: “Ragihandina aştiyê di navbera Şahnişînê Behreynê û Dewleta Îsraîlê, pêngaveke dîrokî  giring e… Pêngaveke rastî ye û alîkariya bidawîanîna aloziyên navbera Filistîn û Îsraîlê dike.”

Biryar e roja 15ê Îlonê li Koşka Spî rêkeftina aştiyê di navbera Îmarat û Îsraîlê de were îmzekirin. Wezîrê Behreynî dibêje: “Şahnişînê Behreynê jî hatiye vexwendin û bi rêya Wezîrê Derve dê beşdar bibe.”