Dr. Li-Meng Yan: Vîrûsa koronayê ji aliyê mirovan ve hat çêkirin

Pispora Çînî Dr. Li-Meng Yan ku berê gotibû vîrûsa koronayê ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin, niha li ser vê mijarê zanyariyên nû dide.

K24 – Navenda Nûçeyan: Pispora Çînî Dr. Li-Meng Yan ku berê gotibû vîrûsa koronayê ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin, niha li ser vê mijarê zanyariyên nû dide.

Dr. Li-Meng Yan ku di warê vîrûsan de pispor e, ji ber daxuyaniyên xwe ji Çînê çûbû Amerîkayê, di daxuyaniya xwe ya herî dawî de dibêje; Çîn berî belavbûna vîrûsa koronayê hemû rastiyan dizanîbû.

Dr. Li-Meng Yan dibêje; belgeyên giring di destê wê de hene ku vîrûsa koronayê ji aliyê mirovan ve hatiye çêkirin û di demeke nêz de raporta xwe belav dike.

Pispora Çînî eşkere dike û vîrûsa koronayê li taqîgeheke Wuhanê hatiye çêkirin.

Herwiha destnîşan dike ku "hikûmeta Çînê hemû zanyariyên min jêbirine û derbarê min de îdiayên nerast belav dike".

Di meha Kanûna sala 2019an de yekem haleta koronayê (Covid-19) li Çînê hat dîtin û heta niha nêzîkî milyonek kesan ji ber vê vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.