"Kazimî fêm kiriye ku bêyî Herêma Kurdistanê bi ser nakeve"

Çavdêrên siyasî bi giringî li serdana Serokwezîrê Iraqê bo Herêma Kurdistanê dinêrin û ew di wê baweriyê de ne ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti hincetek ji Bexdayê re nehiştine.
kurdistan24.net

 

K24 – Duhok: Çavdêrên siyasî bi giringî li serdana Serokwezîrê Iraqê bo Herêma Kurdistanê dinêrin û ew di wê baweriyê de ne ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti hincetek ji Bexdayê re nehiştine.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di van rojên dawî de bi serdaneke fermî hate Herêma Kurdistanê û ligel rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê civiya û pişre serdana her sê parêzgehên Duhok, Silêmanî û Helebceyê kir.

Serdana Mistefa Kazimî bo Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku civîn û gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo rêkeftinê germ û gur in, loma bi nêrîna çavdêrên siyasî; Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti hincetek nehiştiye û nêzîkî rêkeftinê jî bûne, bi taybetî piştî serdana Serokwezîrê Iraqê.

Endamê berê yê Parlementoya Iraqê Mueyed Teyyîb dibêje: “Herêma Kurdistanê her dem amade bû li ser bingeha destûrê kêşeyan ligel Bexdayê çareser bike, lê me dît gotûbêj gelek li ser xwe bûn, demeke dirêj dixwestin, piştî serdana Kazimî bo Amerîkayê û vegerê, (gotûbêj û pêngav) bileztir bûn û roj bi roj em bo rêkeftinê nêzîktir dibin.”

Piştî serdana Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl li Zaxoyê, Mistefa Kazimî serdana Kampa Qadya ya awareyên Şingalê kir.

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl diyar kir: “Serdan tiştekî manewî ye û gelek baş e. Lê em dixwazin li ser pratîkê kar bikin. Aware dixwazin vegerin mal û halên xwe, lê heta ku hêzên nerewa li wir bin, heta ku îdareya rewa li wir nebe, nikarin vegerin. Şingal yekem navçe bû ku hat rizgarkirin û heta niha jî hikûmeta Iraqê ji bo avakirina vê derê masterplanek dananiye.”

Çavdêrên siyasî dibêjin; Mistefa Kazimî bi giringî li rol û pêgeha Herêma Kurdistanê dinêre û baş têgihiştiye ku li Iraqê ti serok bêyî Kurdan xwe li ser kursiya desthilatê nedîtiye.

Piştî destpêkirina kabîneya nehem, bi taybetî ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hewleke cidî tê dayîn ku aloziyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê bi yekcarî werin çareserkirin. Hatina Mistefa Kazimî û rêxweşkirina ji bo serdana parêzgeh, dever û deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, li gor gotina çavdêran, belgeyên herî baş in ku didin nîşandan; Hikûmeta Herêma Kurdistanê deriyê aştiyê li rûyê rayedarên Iraqê vekirî hiştiye.