Sûr û bircên Diyarbekirê tên nûjenkirin

Rêvebiriya Çandî û Getiyarî: Kela Diyarbekirê dê li gor taybetiyên xwe bê nûjenkirin.
kurdistan24.net

 

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgariya Diyarbekirê û Rêvebiriya Çandî û Getiyarî bajêr ragihandin ku Sûr û bircên Diyarbekirê, ji zibil û moloz hatine paqijkirin û dê kela Diyarbekirê li gor taybetiyên xwe bê nûjenkirin. Akademisyen, saziyên sivîl û geştiyarkar jî piştgiriya parastina Sûr û bircan dikin, lê balê dikşînin ku divê nûjekirin, ne bi awayekî zêde û giştî be ku zirarê bide bermahiyên dîrokî û bêtir xebat ji bo parastina kelayê û hişyar kirina civakî be.

Piştî ku beşên qedexe yên Sûrên Diyarbekirê ji bo serdanan hatin vekirin û derdorê wê hatiiye paqij kirin, niha jî bi muçeyeke dora 9 milyon û nîv Lîreyên tirkî xebatên nûjenkirinê destpê kirine. Pispor balê dikşînin ku parastina bermahiyên dîrokî ji ji nûjen kirine girîngtir e û divê welatî bên hişyar kirin da ku berhem û nirxên wan yê dîrokî ku gihiştiye wan, bi baştirîn biparêzin.

Dîrektorê Hewldanên Çavdêriya Perwerde û Çaksaziyan li Diyarbekirê, Akademisyen Azîz Yagan da zanîn ku ew piştgiriya xwedîlêderketin û parastina birc û kelaya Diyarbekirê dikin. Lê bale kişand ku nûjen kirinên berê de, destwerdaneke zede hatiye kirin û ew jî baş nebûye.

Akademisyen Azîz Yagan ji K24ê re got: "Jixwe bermahiyên ji Kela Diyarbekirê, gelek girîng in û her hewldanek ji bo bihêz kirin, danasîn û parastina kela Diyarbekirê bi nirx e û girîng in. Lê em dibînin ku beriya nûjen kirinan, pêwistî bi hişyar kirineke civakî heye ku civak, li van nirx û berheman xwedî der bikebin û têk nebin heye. Divê li gel xebatên parastin û nûjen kirineke ku zirarê nede taybetiya kela û biracan, plansazî û xebatên peyda kirina hişmendiya parastina berhemên dîrokî jî bi civakê re bê meşandin."

Akademisyen jî, geştiyarkar jî balê dikşînin ku kela Diyarbekirê, di nav berhemên bijarde û serekî yên Cihanê de ye û heger bê parastin, dê ji bo aborî û bipêş ketina bajarê Diyarbekirê rolên girîng bileyîze.

Geştiyarkar Dogan Şan jî radigihîne ku pêwistî bi parastin û nûjen kirina kela Diyarbekirê û bircên wê hebû. Lê ew nûjenkirin divê wisa bê kirin ku  bermahiyan xirab nekin, lê bihêz û berxwedêr bikin bin.

Dogan Şan dibêje: "Geştiyar her tim di serdanên xwe de, dîtinê kela Diyarbekirê wek daxwazeke serekî bilêv dikin. Bi nûjen kirin û parastina Kelayê re em hêvîdarin ku zêdetir geştiyar werin û bi dîroka wê ya qedîm ve bajarê Diyarbekirê nas bikin. Em bi van hewldanan kêfxweş in û hêvî dkin ku bi rêbazên rast û baş nûjen kirin bê temamkirin."

Li gor dîroknas û arkeologan çêkirina keleya Diyarbekirê dora 5-6 hezar sal berê di serdema Hurriyan de destpê kiriye û dora 34 şaristanî jî lê zede kirine. Dirêjiya Kela Diyarbekirê 5.5 km e. Bilindahiya diwarên wê 10-12 metre, firehî jî 3 û 5 metre ye. Kela Diyarbekirê û Baxçeyên Hevselê di sala 2015'an de, ji aliyê UNESCO'yê ve wek mîrateya gerdûnî a mirovahiyê hatiye pesandkirin.