Akademîsyenê tirk Çakir baş hînî kurdî bûye û dibêje...

Têkiliya xwe bi kesên dijkurd re qût dike! Ew kesên zimanê kurdî biçûk dibînin nake hevalên xwe!

 

Stenbol (K24) - Akademîsyenekî Tirk ku li Stenbolê dijî, wekî zimanê dayika xwe Kurdî diaxive û bi Kurdî derbarê kultir û muzîka Kurdî de lêkolîn kiriye. Wî, van xebatên xwe yên akademîk ên li ser kultira Kurdan li zanîngehekê li Brîtanyayê wek teza doktora pêşkêş kiriye. Ew akademîsyen dibêje: “Nezanîna zimanê Kurdî eyba me ya Tirkan e.”

Ev axaftinên Kurdî ku bi awayeke baş tê ber guhê we mirov dibê qey kesekî Kurd e, lê yê ku van axaftinên Kurdî dike kesekî Tirk e.

Argun Çakir ê akademîsyen ku Tirkê ji bajarê Muglaya Tirkiyê ye weke zimanê dayika xwe Kurdî diaxive û bi awayeke baş pê dinivîse.

Akademîsyen Argun Çakir ji K24ê re got: “Min li Stenbolê xwe bi xwe dest pê kir. Ez neçûm kûrsekî. Bi derfeta xwe ez çûm pirtûkxaneyekê, ji bo fêrbûna Kurmancî min çend pirtûk kirin. Ez hatime malê min li wan meyzandin. Te dî tu bikî nekî wilo tu nikarî fêrî Kurmancî bibî. Îca heta ez çûm Nisêbînê Kurmanciya min gelek qels bû. Piştre ez çûm Nisêbînê, 3 mehan min milet aciz kir, min hemû nasên xwe aciz kir. Min go ka ew çiye? Ev çiye? Ez ê wê çawa bejim? Ev çawa tê gotin? Min bi wî awayî Kurmanciya xwe pêş xist.”

Gêncê Tirk, der barê kultira kemaçe ya li Nîsêbîna Mêrdînê gelek navdar e û dengbêjên Kurdan de lêkolînên akademîk kiriye, xebatên xwe wek teza doktora di zanîngehekê li Brîtanyayê de pêşkêş kiriye.

Argun Çakir dibêje:“Min mijara teza doktora li ser kemaçevanî hilbijartibû loma ez çûm Nisêbînê. Eger însanê wêderê nebûbana alîkar, ez Kurmancî jî nedielimîm, min lêkolîna xwe jî nedimişand. Bi saya wan çêbû.”

Bi gotina Argun dema ew çûye Nisêbînê xelk matmayî maye ku kesek Tirk hînî Kurdî bûye û bi zimanê Kurdî bi wan re diaxive. Argun heta niha nezanîna zimanê Kurdî bo Tirkan wek eybek bi nav dike.

Herwiha Argun Çakir diyar dike: “Însanê ku ji min re bêje tu çidikî, zimanê Kurdî ne zimanê ez wan însanan li dora xwe nahewînim. Go mesele eger Tirk herin Kurdistanê û bala xwe bidine çand û zimanê Kurdî tu bikî nekî nêzîkatiyekê dê çêbibe. Lê jixwe pirsgirêk ew e ku ew naçin. Go herin jî ne dielimin Kurmancî û ne jî wek miletê herêmê dimeşin. Yanê ew dibêjin esil em in. Mesele ew e jixwe. Wextê ez çûme Nisêbînê min nego esil ez im. Min go ez hatim û dixwazim min ji însanan bielimim. Ez çûm welatê însanan, ne cîhê min e çima esil ez bim.”

Argun ê ku ji bo xebatên xwe yên akademîk salekê li Nisêbînê maye, li gund û bajarokên Kurdan gelek cara çûye dawetan, fêrî gelek gotina stranên bi Kurdî jî bûye.