Şikeft û xwezaya Bilqilînê bala welatiyan dikşîne

Daxwaza parastina xweza û dîroka devera Bilqilînê tê kirin.
kurdistan24.net

 

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Bilqilîna ser bi Diyarbekirê ve, şikeftên dîrokî û xwezaya paqij û xweş, di salên dawî de, bala welatî û geştiyaran dikşîne. Saziyên sivîl û aktivistên xwezayî jî, hem ji bo parastin û paqij hiştina vê devera ku li navbera Diyarbekir û Çewlikê de dimîne, hem jî ji bo danasîna xweşiyên wê çalakiyekî li dar xistin.

Ev dîmen ji bilqilîna Licê ya nevçeya Diyarbekirê ne. Devera Bilqilînê ji 5 şikeftên dîrokî ku ji beriya Îsa 6000'an ve hatine bikaranîn hene û ev ava ku tê de melevanî tê kirin jî çemê dibnê ye ku ji şikeftekê dikeve û di yan de jî wiha derdikeve. Saziyên Sivîl û aktivîstên xwezayî jî balê dikşînin ku welatî gelek serdana ciyên wiha dikin, lê bermayî û zibilên xwe dihêllin û ew jî daxwaz dikin ku hemû welatî ciyên wiha biparêzin.

Cigirê Sekreterê Giştî yê Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê DTSO'yê Kamûran Toktaniş, balê dikşîne ku xweza û şûnwarên dîrokî, li ernîgariya me gelek in û ew jî hewl didin da ku bidin nasîn. Toktaniş tîne ziman ku serdanên ji bo ciyên wiha û nasîna wan tiştekî gelek baş e, lê divê civaka me jî xweşî û nirxwên xwe biparêzin û kirêt nekin.

Kamûran Toktaniş ji K24ê re got: "Em nêzîkî 8 saziyên sivîl beşdarî vê kampanyayê ne. Armanca ew e ku em ji bo parastin û paqijiyê hişyarî bidin û bala xelqê xwe bikşînin. Dîsa şikeftên li Biqlînê şikeftên dîrokî ne. Dîroka wan diçe heta 8 hezar sal berê û gelek jî welatî serdan dikin. Welat welatê me ye, warên me ne. Em jî dixwazin bala gelê xwe bikşînin da ku xweza û ciyên dîrokî biparêzin."

Ev şikeft jî ji 5 şikeftên ku 8 hezar sal berê ve ji aliye mirovahiyê ve hatine bikaranîn yek e ku kurahiya wê dora 900 metre ye jî, tê zanin ku dema Îskenderê Mezin sefere dibe ser Persan, bi 15 hezar leşkerên xwe ve lê maye.

Rêvebira Saziya Parastin Xwezayê û Çandina Daran TEMA ya Peyas a navçeya Diyarbekirê Nûjen Balta jî da zanîn ku ew wek aktivistên xwezayî, piştgir û kêfxweşin ku welatî, serdana ciyên xweş, dîrokî û xwezayî dikin. Nûjen bale kişand ku her kes bermayî û zibilên xwe bi xwe re paqij bike, dê hem dîrok hem jî xwezaya xwe jî biparêzin.

Nûjen Balta dibêje: "Ez herî dawî di sala 2010'an de hatibûm vê derê. Derketina şikeftan piçek zehmet e, lê di nav vê xweza û dîroka xweş de, ew zehmetî jî xweşe. Di salên dawî de bi taybet jî di serdema pandemiyê de, welatî bere xwe didin ciyên wiha. Lê zibil û bermayiyên xwe li cîh dihêlin. Em êdî her heftê diçin ciyekî ku zede serdan lê tê kirin û zibilan berhev dikin da ku hişyariyekî ji bo parastina xweza û van ciyên dîrokî peyda bikin."

Endam û rêvebirên 8 saziyên sivîl û aktivistên xwezayê, bi welatiyên ku li Bilqilînê seyran dikirin re, li şikeftên dîrokî û ciyên seyranê paqijî kirin û piştre jî, di ava xweş û paqij de avjênî kirin. Pêkve hişyarî û daxwaz ji welatiyan kirin ku zirarê nedin ciyên dîrokî û xwezaya welatê xwe biparêzin.

S. B