Li Afyonê karkerekî Kurd hat kuştin

Li bajarê Afyonê yê Tirkiyê karkerên Kurd ên ji bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê rastî êrîşê hatin. Di encamê de karkerê bi navê Ozkan Tokay jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Afyonê yê Tirkiyê karkerên Kurd ên ji bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê rastî êrîşê hatin. Di encamê de karkerê bi navê Ozkan Tokay jiyana xwe ji dest da û du karker jî birîndar bûn.

Li navçeya Dînar a Afyonê, karkerên ji navçeya Erdîş a Wanê ku karê çêkirina avahiyan dikirin, rastî êrîşeke çekdarî hatin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, rûdan duh bi şev qewimiye.

Li dijî her du birayên Kurd ku karê çêkirina avahiyan dikirin, ji aliyê kesekî ve bi çekekê gulle hatiye berdan.

Di encama êrîşê de karkerê bi navê Ozkan Tokay canê xwe ji dest daye û karkerên bi navên Firat T. û Emrah O. birîndar bûne.

Parêzgariya Afyonê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand; kesê ku êrîş kiriye reviyaye û hêzên ewlehiyê dest bi lêgerîna wî kirine.

Ji aliyê din ve jî, îro cenazeyê Ozkan Tokay ji Balafirgeha Wanê hat wergirtin û bo navçeya Erdîşê hat veguhestin.

Leşkerên ku goristana Taxa Çelebîbax dorpêç kiribûn, nehiştin welatiyên wê deverê beşdarî merasîma cenazeyê bibin.

Di merasîmê de Parêzgarê Wanê Mehmet Emin Bilmez jî amade bû û hêzên ewlehiyê bi hinceta tedbîrên vîrûsa koronayê, hiştin tenê malbat û xizmên Ozkay Tokay, termê wî bi axê bispêrin.