Li Herêma Kurdistanê 597 kesên din jî bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 597 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 27 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hewlêr (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 597 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 27 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 597 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 164 kes li Hewlêrê, 110 kes li Silêmaniyê, 25 kes li Germiyanê, 127 kes li Raperînê, 265 kes li Duhokê û 33 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand; 27 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Germiyanê, 12 kes li Duhokê û 2 kes li Helebceyê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 281 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 37907

Mirin: 1391

Başbûn: 24027

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.