Şam: HSD bûye gef li ser çarenûsa bi hezaran xwendekarên Hesekê

Wezareta Derve ya Hikûmeta Serokê Sûriyê Beşar Esed bi daxuyaniyekê ragihand, "Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) sektora perwerdehiyê li Hesekê kiriye armanc."

Hewlêr (K24) – Wezareta Derve ya Hikûmeta Serokê Sûriyê Beşar Esed bi daxuyaniyekê ragihand, "Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) sektora perwerdehiyê li Hesekê kiriye armanc û gef li ser siberoja bi hezaran zarok û xortên wê parêzgehê çêkiriye".

Di daxuyaniyê de ku îro ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê SANA belav kiriye, hatiye gotin: “HSDê bi hêza çekan dest daniye ser 2 hezar û 285 dibistanan. Tenê 179 dibistan di destê Rêveberiya Perwerdehiyê ya Hesekê de mane ji bo hemû qonaxên perwerdehiyê.”

Herwiha dibêje: “Ev reftara HSDê, bûye sedema çêbûna zexteke mezin li ser dibistanan û xwendekar neçar bibin ku rêyeke dûr bigrin ber xwe ji bo bigihîjin dibistanê û ji ber vê yekê metirsiyên belavbûna koronayê çend qat bûne.”

Wezareta Derve ya Hikûmeta Beşar Esed dibêje: “HSD pile bi pile sîstema xwendinê li dibistanan yek kiriye û programa xwe ya taybet a xwendinê bi ser xwendekaran de sepandiye, bêyî ku qonaxa temen û jîngeh û rewşenbîrî û civakê li ber çavan bigre.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Armanca programa HSDê ya ku sepandiye, belavkirina nefêmkirin û nexwendewarî ye bi rêya tirsandin û bêparkirina xwendekaran û bi vê yekê jî gef li ser bi hezaran zarok û xortan çêkiriye.”

Herwiha hatiye diyarkirin: “Welatiyên Hesekê, programa wan red kiriye û zarokên xwe dişînin dibistanên fermî yên ser bi Şamê. Ev jî bûye sedema hêrsbûna HSDê, zarok û welatiyên li jêr desthilata wan neçar dikin ku berê xwe bidin dibistanên di bin desthilata wan de.”