Neteweyên Yekbûyî: Korona ji kontrolê derdikeve

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand ku belavbûna vîrûsa koronayê ji kontrolê derdikeve.

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand ku belavbûna vîrûsa koronayê ji kontrolê derdikeve.

Antonio Guterres di civîneke çapemeniyê de diyar kir: “Vîrûsa koronayê qeyraneke wisa ye ku di jiyana me de weke wê qet çênebûye.”

Herwiha amaje bi wê yekê kir ku mirovahî sînorê milyonek miriyên ji ber vîrûsa koronayê derbas dike û Covid-19 weke "gefa pileya yekem li ser asayîşa cîhanê" bi nav kir.

Li ser dîtina dermanê li dijî vîrûsa koronayê jî eşkere kir: “Divê em weke berjewendiyeke giştî li vaksîn û derziyan binêrin, çimkî vîrûsa koronayê ti sînorek nas nake. Pêdiviya me bi dermanekî heye, ku lêçûnên wê guncaw bin û ji bo her kesî bibe, vaksîneke ji bo xelkê be.”