Amerîka sizayên nû bi ser 47 kes û saziyên Îranî de disepîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîkayê hejmarek sizayên din bi ser 47 kes û saziyên Îranî de sepand.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku Washington bi ser 47 kes û saziyên Îranî de sizayên nû disepîne.
Mike Pompeo li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û tê de sedema sepandina wan sizayan eşkere kir.
Pompeo di peyama xwe de diyar kir: “Ew kes û saziyên ku siza bi ser wan de dê were sepandin, bi êrîşên elektronîk, li ser malperên tora înternetê ya cîhanê, bûne gef.”