Li Herêma Kurdistanê 605 kesên din jî bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 605 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 26 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hewlêr (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 605 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 26 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 605 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 204 kes li Hewlêrê, 107 kes li Silêmaniyê, 26 kes li Germiyanê, 190 kes li Duhokê û 28 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand; 26 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 8 kes li Hewlêrê, 9 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyanê, 7 kes li Duhokê û 1 kes li Helebceyê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 281 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 39946

Mirin: 1472

Başbûn: 25263

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.