MSD dadgeheke navdewletî daxwaz dike

Meclîsa Sûriya Demoktarîk (MSD) ji Lijneya Navdewletî ya Lêkolînê ya li Sûriyê daxwaz kir ku serdana herêmên wan bikin.

Hewlêr (K24) – Meclîsa Sûriya Demoktarîk (MSD) ji Lijneya Navdewletî ya Lêkolînê ya li Sûriyê daxwaz kir ku serdana herêmên wan bikin û li ser "tawanên Tirkiye û milîsên wê yên hevpeyman" lêkolînan bikin.

MSD di daxuyaniyekê de pêşwaziya raporta lijneyên navdewletî kir ku roja 14ê vê mehê pêşkêşî Encûmena Mafên Mirovan a ser Neteweyên Yekbûyî hat kirin û got: “Em daxwaz dikin ew lijne serdana bakur û rojhilatê Sûriyê bike ji bo bawerbûna rastî û nerastiya wan bangeşeyên di raportê de li ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hatine.”

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ji Encûmena Asayîşa Navdewletî daxwaz kir ku biryareke bilez derbixe û tê de Tirkiyê neçar bike ku ji deverên ku dagir kirine, vekişe.

Herwiha MSD xwest ku Encûmena Asayîşa Navdewletî ji bo sazkirina dadgeheke navdewletî bo darizandina tawanbarên şer û lêpirsîna dewleta Tirkiyê û çekdarên DAIŞê û grûp û milîsên çekdar biryarê bide.

MSD amaje bi wê yekê jî kiriye ku li sînorê Efrîn û Serê Kaniyê, hêzên Tirkiyê û grûpên ku Tirkiye piştevaniya wan dike, tawanên komkujî û tawanên şer encam dane.