Lavrov: Siyaseta Amerîkayê li hember Îranê bi ser neket

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku siyaseta Amerîkayê li hember Komara Îslamî ya Îranê bêsûd e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku siyaseta Amerîkayê li hember Komara Îslamî ya Îranê bêsûd e û sizayên ku bi ser Îranê de sepandine, ti berhemeke wan tine ye.

Sergey Lavrov ji ajansa Novosti re diyar kiriye: “Kêşeya sereke di van çend salên dawî de şeytanîkirina Îranê ye ji aliyê Amerîkayê ve.”

Lavrov destnîşan kiriye: “Îdareya Trump bi awayekî berdewam behsa wê yekê dike ku Tehran kêşeya sereke ye li Rojhilata Navîn û bi wê yekê tohmetbar dike ku qaşo destwerdanê di karûbarên welatên herêmê de dike.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje: “Washington gotûbêjkirina li ser mijara kêşeyên Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqayê hemû bi arasteya dijatîkirina Tehranê kiriye. Em di wê baweriyê de ne ku ev siyaset ti sûdekê nade û me nagihîne çareseriyeke demdirêj û bawerpêkirî ya kêşeyan. Çareserî tenê bi wê yekê dibe ku di navbera hemû lîstikvanên siyaseta herêmê de rêkeftin were kirin.”

Sergey Lavrov herwiha eşkere dike: “Siyaseta Amerîkayê pişta xwe bi wê yekê ve girêdide ku Îranê bike armanca hemû hewldanên sepandina sizayan û encama vê yekê jî, gihiştina rêyeke girtî ye. Bi derbasbûna demê derket holê ku sizayên sepandî yên bi ser Îranê de, bi ser neket.”