Lavrov rexne li siyaseta Amerîkayê ya li hember Kurdan dike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê rexne li siyaseta Amerîkayê ya li hember Kurdên rojavayê Kurdistanê dike û dibêje ku encama vê siyasetê ji bo hemû herêmê dê karesatbar bibe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov rexne li siyaseta Amerîkayê ya li hember Kurdên rojavayê Kurdistanê dike û dibêje ku encama vê siyasetê ji bo hemû herêmê dê karesatbar bibe.

Sergey Lavrov ji ajansa Sputnikê re diyar kiriye ku Rûsya ji rewşa rojhilatê Feratê nîgeran e û Amerîka hêzên Kurdî li herêmê ji bo cudaxwaziyê han dide.

Lavrov dibêje: “Amerîka Kurdan li dijî hikûmeta Sûriyê han dide û rê nade Kurd ligel Şamê dest bi gotûbêjan bikin.”

Herwiha destnîşan dike: “Ev pêngava Amerîkayê ji bo handana Kurdan bo cudaxwaziyê li herêmê karesatekê li pey xwe tîne, ne tenê yekparçebûna axa Sûriyê, reftarên Amerîkayê îhtîmala teqîna pirsa Kurd li seranserê herêmê zêde dike.”

Sergey Lavrov diyar dike: “Ev mijar ne tenê ji bo Sûriyê, herwiha ji bo Iraq û Tirkiye û Îranê jî giring e, ev lîstikeke metirsîdar e li wê herêmê.” Herwiha dibêje: “Eger Amerîka di handana cudaxwaziyê de berdewam be, encama wê ji bo herêmê dê karesat bibe.”