Li kampên Kurdên Êzidî zewaca di temenê biçûk de zêde bûye

Di nava kampan de bi taybetî di kampên Kurdên Êzidî de bi sedan zewacên di temenê biçûk de hene.
kurdistan24.net

 

Hewlêr (K24) – Di nava kampan de bi taybetî di kampên Kurdên Êzidî de bi sedan zewacên di temenê biçûk de hene.

Nehla Bapîr yek ji wan keçan e ku di temenê xwe yê biçûk de zewiciye. Niha temenê Nehla 17 salî ye û berê sê salan zewiciye û zarokeke wê ya 11 mehî heye.

Nehla bi jiyana xwe kêfxweş e û behsa wê yekê dike ku berî bizewice ew û hevjîna wê ji hev hez dikirin û loma gotine "em bizewicin, zû ji dereng baştir e".

Nehla ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Ez 15 salî bûm, min gelek jê hez dikir, me dît pirsgirêk derdikevin, me jî got zû ji dereng çêtir e. Ev sê sal in ez zewicîme.”

Ji aliyê yasayî ve parêzer Yûsif Badî behsa wê yekê dike ku nabe keçên ji 18 salî biçûktir bizewicin. Lê ev diyarde li aliyê Kurdên Êzidî zêde ye, ji ber ku ew li gor ola xwe tevdigerin û gelek caran diçin dadgehên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Zewaca keçan di temenê biçûk de di nav kampan de zêde ye, piraniya wan gelek zû zarok jî tînin. Her çiqas gelek rêxistin hewl didin ev diyarde bi dawî bibe, lê heta niha nekarîne guvaşekê çêbikin û vê diyardeyê kêm bikin.