Mafnas: Li Tirkiyê dadgeh li gor daxwaza deshilatê biryaran didin

Mafparêz û hiqûqnasan radigihînin, li Tirkiyeyê daraz ji nirx û pîvanên hiqûqî derketiye û li gor daxwaza desthilatdariyê biryar û darazandin tên kirin.
kurdistan24.net

 

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê Mafparêz û hiqûqnasan, raporekî li ser rewşa li girtîgehên Tirkiyeyê ragihandin û girtin û daxwaza girtina siyasetmedarên Kurd nirxandin. Hat ragihandin ku li Tirkiyeyê daraz ji nirx û pîvanên hiqûqî derketiye û li gor daxwaza desthilatdariyê biryar û darazandin tên kirin. Loma jî daxwazên ji dozger û daraza Tirkiyeyê, ji aliyê dewletên ewrûpî ve wek biryarên hiqûqî nayên dîtin.

Dozgerekî tirk, daxwazname ji bo Wezareta Dadwerî ya Tirkiyeyê şandibû û daxwaz kiribû ku ku ber 'endamtiya rêxistina terorî' daxwaza radestkirina Osman Baydemir, ji ewlehiya navdewletî bê kirin. Osman Baydemir jî, di bersiva xwede gotiye ku 'bi bultena sor derxistina lêgerîna min kêm e û divê kesk û zer jî lê bihatina zêde kirin.'

Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin jî, bal kişand ku ne bi awayekî hiqûqî, lê bi awayekî kêfî, siyasetmedar, parlamenter, şaredar û rêvebirên saziyên sivîl, li Tirkiyeyê tên girtin û êdî li Tirkiye hemû biryarên dadgehan bi şik in. Loma jî, welatekî ku zagona xwe ya bingehîn binpê bike û nas nake, zagonên navdewletî nas neke, ji aliye sazî û dewletan ve jî daxwazên ku bikin wek daxwazên hiqûqî û cidî nayên berçav girtin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin ji K24ê re got: "Ev biryara ku ji bo birêz Osman Baydemir hatiye derxistin, biryareke ku bingeheke wê ya hiqûqî hebe nîn e û biryareke siyasî ye. Baydemir, şaredarî kiriye, parlamenteri kiriye û siyasetmedarekî ye. Lê mixabin bi hezaran siyasetmedar, parlamenter, şaredar û rêvebir û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî, ya tên girtin, yan jî tên nefî kirin. Tirkiye hem hiqûq û zagonên xwe, hem jî yên navdewletî binpê dike û baweriya dewletan jî bi biryarên li Tirkiyeyê tên dayîn nayê. Loma jî ev daxwaz bê kirin jî, ne bawerim ku wek daxwazeke hiqûqî bê dîtin û nirxandin."

Hiqûqnas û mafnasan, ragihandin ku siyasetmedar û welatiyên ku tên girtin jî, li girtîgehan bi awayekî kêfî ji mafên xwe bêpar tên hiştin û girtiyên ku nexweşin jî, di şertên gelek xirap de, bi metirsiya canê xwe jidest dayînê re tên hiştin.

Serokê Komeleya Mafên Mirovan ÎHD'ê yê Diyarbekirê Abdullah Zeytûn, da zanîn ku wan bi saziyên mafnas û hiqûqnas re, li nexweşxaneyan lêkolîn hevdîtin kirine û xuya dibe ku girtî li girtîgehan, ji mafên xwe bêpar in û li wan êşkence û kiryarên xirab tên kirin.

Serokê ÎHD'ê yê Diyarbekirê Abdûllah Zeytûn dibêje: "Me bi komisyonên mafên mirovan yên saziyên din re ji duşema borî ve li girtîhan, lêkolîn û hevdîtinan kir. Di vê serdemê de, girtî tên  veguhastin, lê me dît ku di veguhastinan de jî, tundî û tada li girtiyan tê kirin û tu mafekî wan nayê nasîn. Jixwe zêdetirên wan siyasetmedar, rêvebirên saziyên sivîl û kesên ku bê hiqûqî hatine girtin in. Me jî îro wan daneyên binpê kirinan parve kir û em ji rayedaran daxwaza sererast kirina rewşa li gritîhan dikin."

Hat daxuyandin ku ji ber rewşa li girtîgehan jî, girtî amadekarî dikin ku dest bi çalakiyên birçîbûnê bikin û bang û daxwaz hat kirin ku rayedar bi sererast kirina şertên li girtîgehan pêşî li encamên xeternaq bigirin.