Xwepêşanderan dest danîn ser 3 piran!

Polîs soz didin ku zûtirîn dem ew hêza çalakvan revandiye, dê aşkira bikin.

Hewlêr (K24) - Li Iraqê bajarê Nasiriye, xwepêşnderan dest danîne ser 3 piran. Polîs jî soz didin ku dê zûtirîn dem, daxwazên xwepêşenderan pêk bînin.

Xwepêşandarek ji aliyê hêzeka Iraqî ve hatiye revandin. Lêbelê malbat nizanin ka ew kîjan hêz e!

Lewma dûh şev li bajarê Nasiriye xwepêşandaneke mezin pêk hat. Xwepêşander dixwazin ew çalakvanê hatiye revandin, zûtirîn dem were berdan.

Bi vê mebestê xwepêşanderan 3 pir girtine. Her wiha pêşberî avahiya parêzgarî (wîlayet) dagîrkirine.

Polîsên bajarî jî, ji bo çareseriyê dixwazin li gel xwepêşanderan hevkariyê bikin.

Her wiha polîs soz didin ku zûtirîn dem ew hêza çalakvan revandiye, dê aşkira bikin.