Festîvala Gelawêjê li Silêmanî destpêkir

"(Ji dervey Herêma Kurdistanê) Tenê mîvanên ji rojhilatê Kurdistanê hatine vexwendin beşdar bûn."

Silêmanî (K24) - Îro 23'yemîn Festîvala Gelawêjê li bajarê Silêmaniyê destpêkir. Wezîrê çandê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmareke girîng ji edîb, nivîskar û hunermendan beşdar bûn.

Her sal Festîvala Gelawêj bi mijareka sereke bi rêve diçe. Îsal jî hûnermend Aso Omer e. Lîstikvanê (aktor) Kurd Aso Omer Swara, 30ê Kanûna Paşiyê 2019'an li Silêmanî wefat kiribû.

Endamê desteya çavdêrîya Festîvala Gelawêjê Siyamend Hadî ji Kurdistan 24 re got: "Îsal ji ber virûsa koronayê, festîval dê ji salên berê cuda ye. Çend mijar hatin rakirin. Binimûne beşa çanda Îraên me ji nav rakir. Çalakiyên wekî mûzîk, pêşengeha pirtûkan û pêşbirk me ji nav birin."

Her wiha Hadî dibêje, "(Ji dervey Herêma Kurdistanê) Tenê mîvanên ji rojhilatê Kurdistanê hatine vexwendin beşdar bûne. Îsal tu mêvanên biyanî nehatin vexwendin."

Bi vî rengî, festîvala Gelwawêj a sala 2020'ê di bin siya koronayê de, bê xelk bi rêve çû! Lêbelê festîval bi awayekî zindî hatiye weşandin.