Hêzeke Polîsa Federalî êrîşî peyamnêr û wênegirê K24ê kirin

– Hêzeke Polîsa Federalî ku piştevaniyê li erebên hawirde dikin ji bo zeviyên cotkarên Kurd li nahiya Sergeranê ya Kerkûkê dagîr bikin, êrîşî peyamnêr û wênegirê Kurdistan24ê kirin û xwastin kamîreyê jê bistînin. Lê cotkaran berevanî lê kirin.
kurdistan24.net

 

Kerkûk (K24) – Hêzeke Polîsa Federalî ku piştevaniyê li erebên hawirde dikin ji bo zeviyên cotkarên Kurd li nahiya Sergeranê ya Kerkûkê dagîr bikin, êrîşî peyamnêr û wênegirê Kurdistan24ê kirin û xwastin kamîreyê jê bistînin. Lê cotkaran berevanî lê kirin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Hêmin Delo diyar kir, dema erebên hawirde bi piştevaniya hêzeke Polîsa Federalî hatin gundê Xerabe yê ser bi nahiya Sergeranê ve û xwastin zeviyên kurdan dagîr bikin, tîma Kurdistan24ê bûyer tomar dikir, lê endamên Polîsa federalî hewl dan kamîreyê desteser bikin, lê cotkarên kurd rêgirî lê kirin.

Peyamnêrê me da zanîn, ew bi tenê ji bo veguhastin û nîşandana rastiyan li wî cihî bûn, dema erebên hawirde bi piştevaniya Polîsa Federalî dixwazin zorê li cotkarên kurd bikin û zeviyên wan dagîr bikin. Di demekê de û li gor gotinên cotkarên kurd, ti belgeyek bi wan ereban re nîn e ku diyar bike ew zevî yên wan in.

Piştî bûyerê 16ê Cotmeha 2017an, hewlên parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî û erebên hawirde ji bo dagîrkirina zeviyên kurdan destpê kirin.

Cotkarên kurd li navçeyê spasiya Kurdistan24, peyamnêr û wênegirê Kurdistan24ê dikin ku bi berdewam hevkar bûne ji bo veguhastina xemên wan û nîşandana rastiyan, bi taybet jî hilmeta ji piştî 16ê Cotmehê ya ji bo dagîrkirina zeviyan destpê kiriye.