Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Îspanî kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Îspanya li Iraqê Juan José Escobar û şanda bazirganî ya pê re kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Îspanya li Iraqê Juan José Escobar û şanda bazirganî ya pê re kir.

Di hevdîtinê de pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Îspanya bi taybetî di warê aborî û bazirganiyê de guftûgo kirin û Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê amade ye hemû hevkarî û hêsankariyek pêşkêşî kerta taybet û veberhênerên Îspanî bike, ji bo ku derfeta kar û sermayeguzariyê ji bo wan çêbibe û hevbeşî û beşdarî di avakirin û pêşxistina kertên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê de bikin.

Rewşa navçeyê bi giştî, proseya siyasiya li Iraqê, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, belavbûna pejika virûsa Korona, metirsiyên terorê û çend pirsên din ên ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn, mijarên din ên civînê bû.