PYNK û ENKSê li ser “Lêvegera Kurdî ya Bilind” li hev kir

Peyvdara PYDê radighîne, PYNK û ENKSê li ser Lêvegera Kurdî ya Bilind û 6 xalan lihev kirine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka PYDê radighîne, Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) li ser Lêvegera Kurdî ya Bilind û 6 xalan li hev kirine.

Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Endama Komîteya Danûstandinan Sema Bekdaş ragihand, PYNK û ENKS li ser navê lêvegerê li hev kirine û navê wê kirine - Lêvegera Kurdî ya Bilind.

Diyar kir jî, lihevkirin li ser 6 xalan bûye: Erk û desthilatên lêvegerê, vegera koçberên Serê Kanî, Efrîn  û Girê Spî, herweha nûneratiya kurdan di qadên navdewletî de, çawaniya parastina destkeftan, bi hev re derkirina biryaran, nûnertiya jinan di Lêvegerê de û danîna rêbazên navxweyî.

Bekdaş dibêje, derbarê hejmara endamên Lêvegerê de jî lihev kirine û hejmara wan 40 kes in. 16 ji PYNKê, 16 ji ENKS û 8 ji bo aliyên serbixwe, partiyên din ên siyasî û dezgehên civaka sivîl.

Berdevka PYDê tekez kir, partiyên Pêşverû û El Wehde nehatine dûrkirin û hewl didin, ev Lêveger tevahiya partiyan li xwe bigre.

Ev daxuyaniya Berdevka PYDê di demekê de ye, duhî Nûnerê Serokê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey duh serdana rojavayê Kurdistanê kiribû û bi her du aliyên Kurdî re civiyabû.