Jinên DAIŞê yên li Kampa Holê 700 car hewla revê dane

Hêzên Ewlehiyê yên li nav Kampa Holê ya li rojavayê Kurdistanê, 700 car hewla revê ya jinên DAIŞê ya bi hevkariya derve, têk birine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlehiyê yên li nav Kampa Holê ya li rojavayê Kurdistanê, 700 car hewla revê ya jinên DAIŞê ya bi hevkariya derve, têk birine.

Berdevkê Hêzên Ewlehiya Navxwe ya li Rêveberiya Xweser Elî Hesen îro bi daxuyaniyekê ragihand: “Ji meha Adara borî heta niha, malbatên DAIŞê 700 car hewl dane ji kampê birevin.”

Li ser sedema vê yekê jî diyar dike ku "sedema vê yekê, hatina Tirkiyê ye bo rojhilatê Feratê û dagirkirina herdu bajarokên Serê Kaniyê yê Hesekê û Girê Spî yê Reqayê".

Herwiha dibêje: “Piştî êrîşên Tirkiyê hewldan zêde bûne û me kariye gelek hewlên revê yên jinên hevjînên kesên gumanbar ên DAIŞê ligel zarokên wan têk bibin.” Weke din destnîşan dike: “Piraniya lêkolîn amaje bi wê yekê dikin ku niyeta wan jinan, çûna ber bi Tirkiyê bûye û îtiraf kirine ku dixwazên biçin deverên li bin desthilata çekdarên ser bi Tirkiyê ve, weke Cerablus û Babê û piştre biçin Tirkiyê û ji wir jî ber bi welatên xwe.”

Elî Hesen eşkere dike: “Hêzên Ewlehiyê karîne bi rêjeyeke bilind wan hewldanan têk bibin. Di encama lêkolîn û pişkinînên hûrgilî de ji aliyê hêzên pasevaniya kampê ve, me kariye şaneyên berpirs û çavkaniyên peywendiyên wan eşkere bikin û me nêzîkî 100 kes desteser kirin, ku beşdarî hewldanên revandina jin û zarokên DAIŞê bûne û me ew radestî dadgehên taybet ên tawana alîkariya karê revandinê kirine.”

Hesen li ser çawaniya hewldanên revê jî got: “Wesayîtên barhilgir ên rêxistinên navdewletî û navxweyî derbasî nava kampê dibin û car caran şofêrên wesayîtan li hember hinek pereyan ligel toreke derve alîkar dibin û piştî derxistina wan jinan pereyan werdigrin, ji bo vê yekê jî cihên veşartinê û nepenî ji bo revandina wan, amade dikin.”

Berdevkê Hêzên Ewlehiya Navxwe Elî Hesen diyar dike ku hêzên ewlehiyê yên ser bi Rêveberiya Xweser, xalên çavdêriyê û pişkinînê zêde kirine û bi awayekî berdewam tîmên gerok bi ser hemû deriyan de digerin.